Piştî peyama Ocalan çek bêdeng bûne
Amed (Rûdaw) – Xelkê Bakûrê Kurdistanê bi germî pêşwaziya peyama Serokê PKKê Abdullah Ocalan dikin û hêvî dikin ku pêvajoya çareseriyê ji nûve dest pê bike.
Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak ragihand ku hevdîtina ligel Ocalan jiber du sedeman bi germî hate pêşwazîkirin.
Peyamnêrê me diyar kir ku xala yekemîn ew e ku hate zanîn rewşa tendurustiya Ocalan baş e û ji ber vê yekê greva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên kurd bidawî bû.
Xala duwemîn jî peyama Ocalan bixwe ye ku tê gotin deriyeke nû ji bo aştî û diyalogê vedike.
Dekak amaje bi wekê kir ku di peyana xwe de Ocalan jî dibêje, eger dewlet gavan bavêje dê di nav 6 mehan de hemû pirsgirêk bên çareserkirin û berpirsên HDPê jî diyar dikin ku gav bên avêtin dibe pêvajoya aştiyê ji nûve destpê bike.
Peyamnêrê me balkêşa ser wê yekê ku piştî eşkerekirina peyama Ocalan li Bakûrê Kurdistanê ti çalakiyeke leşkerî pêk nehatiye.
Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan roja 11ê Îlonê çûbû Îmraliyê. Ocalan duh jî li Amedê peyama Ocalan ragihandibû.