Hikûmeta Kurdistanê 20 milyon dolar heqdest da Kompaniya Şamaran a petrolê

13-09-2018
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Heqdest Kompaniya Şamaran Petrol Etrûş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê 20 milyon û 600 hezar dolar weke heqdest da Kompaniya Şamaran a Kenedî ku li kêlgeha Etrûş kar dike.

 

Kompaniya Şamaran a Kanadî ku li kêlgeha Etrûş li ser kar e ragihand ku, bihayê 20 milyon û 600 hezar dolar weke heqdest ji Hikûmeta herêma Kurdistanê wergirtine.


Kompaniya Şamaran ragehand bihayê 15 milyon û 700 hezar dolar ji wî pareyî li cihê şandina petrolê bûye ku di meha hezîranê ya îsal bo bazarên cîhanê hate hinardekirin.


Herwiha Kompaniya Şamaran 4 milyon û 900 hezar dolarên din jî li hember rakêşana boryeke şandina petrolê wergirtine.


Ji bilî Kompaniya Şamaran, kompaniya TAQA ya Îmaratî jî ji wan kompaniyên petrolê ye ku beşdare li pêşxistina kêlgeha petrolê Etrûşê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst