Kurdên Mektûm daxwaza çareserkirina rewşa xwe dikin

Qamişlo (Rûdaw) - Heya niha bi hezaran ji Kurdên “Mektûm” (welatiyên bê nasname û bê maf) li Cizîra Rojavayê Kurdistanê bê nasname mane, ew dixwazin bibin xwedî nasname û pirsgirêka wan bê çareserkirin.

 

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gelek pirsgirêkên asê hene û pirsa Kurdên Mektûm bûye yek ji wan pirsên asê ku heya niha nehatiye çareserkirin.  

 

Civan Reşko yek ji neşteciyên bajarê Qamişlo ye, ku li ser axa bav û kalên xwe, bê nasname û bê mafê hevwelatiyê, ango Mektûm dijî, di encama serjimariya awarte ya sala 1962yan de, ji nasnameya hevwelatiya Sûriyê bêbehr ma.

 

Kurdekî mektûm Civan Reşko ji Rûdawê re wiah got: “Di sala 1962yan de serjimariya awarte hat kirin. Di wê serjimeriyê de nasnameya bavê min jê standin. Di sala 2011ê de jî Beşdar Esed ragihand ku dê yasayekê derbixe nasnameyê bide herkesî lê dîsa neda me. Me gelek tedaya vê yekê dît, min nekarî bixwinim.”

 

Di despêka krîza Sûriyê de, weke pêkanîna daxwazeke gelê Kurd li wî welatî, bi fermaneke serokomar, rê hate dan ku Kurdên bênasname ji “Ecanib” û “Mektûman” nasnameyê werbigirin û bi fermî bibin hevwelatiyên Sûriyê, lê wê fermanê kesên Mektûm ku navên wan, li tomarên dezgehên hikûmetê nehatine bicihkirin, li xwe negirtin.

 

Nişteciyê Qamişlo Ela Ebdulrehman Hesen jî got: “Ev fermana Esed tenê ji bo kesên ecnebî û ji bo kesêm Mektûm nehat bicîkirin.”

 

Heta niha, bi rêjeyeke kêm, nasname hatine radestkirin, tevî ku piraniya kesên Mektûm û  Ecanib ji mêj ve, belgeyên xwe radestî aliyên pêwendîdar, li dezgehên hikûmetê, kirine.

 

Tevahiya hêz û aliyên siyasî mafê gelê Kurd li Sûriyê, ne tenê di hevwelatîbûnê de dibînin, lê ev maf bi xwe jî, ji hejmareke mezin ji welatiyên kurd hatibû standin.