KERKÛK - Otomobîlekê li barhilgirekê xist: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Vê sibê li Kerkûkê di qezayeke giran a trafîkê de 4 kes mirin û 3 kes din jî birîndar bûn.

Qeza li nêzîkî Heftbazara Kerkûkê qewimî.

Şofêrê otomobîlekê kontrol ji dest da û li barhilgirekê qelibî.

Berdevkê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Kerkûkê Saman Yabe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di qezayê de 4 kes mirine û 3 kes din jî birîndar bûne.

Nav û temenê kesên ku mirine ev in:

Usame Tariq Tahir, 24 salî

Yûsif Umêd Letîf, 20 salî

Senan Hebîb Salih, 45 salî

Seîd Reşîd Mihemed, 67 salî

Nav û temenê birîndaran ev in:

Mihemed Elî Letîf, 23 salî

Ebdullah Asî Teyfûr, 22 salî

Zekeriya Hadî Teyfûr, 23 salî

Berdevkê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Kerkûkê diyar kir ku rewşa birîndaran ne baş e.

Tîmên polîsên trafîkê û hawarçûnê çûn cihê bûyerê û lêkolînên li ser sedema qezayê didomin.