Galeriya wêneyan

13-09-2025
20 Photos
RÛDAW

Li navçeya Farqînê ya Amedê, di dema xebatên envantera turîzmê ya şaredariyê de, şûnwarekî dîrokî hat dîtin ku tê texmînkirin dîroka wê vedigere 10 hezar sal beriya zayînê.

Birêvebiriya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Farqînê, di çarçoveya xebatên xwe yên li gundên Siltînî, Mala Hermo, Xapa û Kurbeytê de rastî bermahiyên şaristaniyeke kevnar hat.

Di xebatan de, tîman sarnîcên ku di nav kevirên mezin de hatine kolan, pêpelûk, gorên kevirî û sîstemeke ava binerdî dîtin.

Her wiha golek ku dişibe Gola Masiyan a Rihayê û bermahiyên sûrên ku li derdora çar gundan hatine avakirin, balê dikişînin.

Pisporên şaredariyê texmîn dikin ku dîroka wî şûnwarî digihîje 12 hezar sal berê.

"Pêdivî bi piştgiriya heye"

Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcîiyê diyar kir ku ev vedîtin ji bo herêmê girîngiyeke mezin e û got:

“Em daxwaz dikin ku di serî de Wezareta Çand û Turîzmê, arkeolog û dîroknas li herêmê lêkolînan bikin.

Pêdivî bi piştgiriya derdorên akademîk heye."

Sevîm Bîçîciyê her wiha destnîşan kir, "Ev mîras xezîneya hevpar a dîroka mirovahiyê ye."

Foto: Necdet Yenturk