Li Mehabadê otobusa tîma karateyê wergeriya: 20 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, li ser rêya Miyandwab-Mehabadê, otobuseke rêwiyan a ku tîma karateyê ya bajêr vediguhast wergeriya û di encamê de 20 kes birîndar bûn.
Qeza îro serê sibehê saet derdora 09:00an qewimî.
Kesekî ji Mehabadê yê bi navê Mihemed Îbrahîmî ji Rûdawê re ragihand ku otobusê tîma karateyê ya ku ji pêşbirkeke li Kerecê vedigeriya wergeriya.
Li aliyê din, Birêvebiriya Heyva Sor a parêzgeha Urmiyeyê Hamîd Mehbûbî derbarê qezayê hûrgilî parve kirin.
Hamîd Mehbûbî got, "Di encama wergerîna otobusekê de li ser rêya Miyandwab-Mehabadê 20 kes birîndar bûn.
Ji wan 9 kes li cihê bûyerê piştî midaxeleya destpêkê hatin dermankirin û 11 birîndarên din jî ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin."