Rêbwar Talebanî: Kerkûk bûye leşkergeh û ti azadî ji Kurdan re nemaye

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbwar Talebanî rewşa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî wekî “metirsîdar” bi nav kir û got, “Kerkûk bûye leşkergeh û ti azadî ji bo Kurdan nemaye.”

Rêbwar Talebanî her wiha got, “Divê em li benda bicihanîna Madeya 140î ya destûrê nemînin çimkî eger ji destê hikûmeta federal bê, ew dê wê hilweşîne.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbwar Talebanî doh beşdarî bultena saet 17:00an a Rûdawê bû û derbarê rewşa herêmêm Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Rêbwar Telebanî ragihand, “Piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an, rewşa Kerkûk û herêmên Kurdistanî neyasayî, nedestûrî û netendurist e.”

"Piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşînê hejmara Ereban du-sê qatan zêde bûye"

Li gorî gotina Rêbwar Talebanî, “Eger beriya sala 2003yan zêdetirî 200 hezar kes ji hoz û eşîrên Ereb hatibin Kerkûkê, piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşînê hejmara wan du-sê qatan zêde bûye.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, “Kerkûk bûye leşkergeheke ku tê de ti azadî ji Kurdên resen ên bajêr re nemaye.”

Rêbwar Talebanî amaje bi qonaxên Erebkirina herêmên Kurdistanî kir û diyar kir ku pêvajo ji sala 1921ê ve dest pê kiriye wiha pê de çû:

“Lê Erebkirina wan herêman di navbera salên 1992 û 1997an de zêde bû.

Zêdetirî 38 hoz û eşîrên Ereban koçberî Kerkûkê bûn lê mixabin paşê navçeya Hewîceyê û derdora wê dagir kirin.”

16ê Çiriya Pêşîn a 2017an artêşa Îraqê û Heşdî Şebî êrişî Kerkûkê kir.

Piştî wê bûyerê, beşek ji hêzên siyasî yên Kurdistanî li wir neman.

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa wê yekê kir û got:

“Piştî wê bûyerê, erebkirin du-sê qat zêde bûye, taxek li Kerkûkê hatiye avakirin ku bi qasî 35 salên desthilata Partiya Beasê Ereb jê re hatine anîn.”

"Xelkê bîyanî jî bûye xwedîmal"

Rêbwar Talebanî rewşa Kerkûkê wekî “metirsîdar” bi nav kir û got:

“Pêwîst e helwesteke destûrî û yasayî were wergirtin. Niha xelkê resen ê bajêr bûye mêvan û xelkê bîyanî jî bûye xwedîmal.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wekî çareseriyekê ji bo rûbirûbûna pêvajoya erebkirinê dibêje:

“Tişta yekem yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan e, çimkî ev rewşeke destûrî ye û xebateke 100 salî jê re hatiye kirin.

Divê (aliyên Kurdistanî) ji bo vegerandina Kerkûkê ya ser Kurdistanê di armanca xwe de berdewam bin.”

Wî herwiha got, nabe ku nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de bibin asteng li pêşiya yekrêziya li ser pirsa herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û got:

“Pêwîst e hemû li Bexdayê bi wî mercî bikevin hikûmetê ku eger destûr neyê bicihanîn, Kurd nabe beşek ji wê hikûmeta ku zilmê lê dike.”

“Madeya 140 a destûrê nayê bicihanîn”

Li gorî destûra Îraqê ya ku sala 2005an bi piraniya dengên xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê hat pesendkirin, diviyabû heta 31-12-2007an Madeya 140î bihata bicihanîn.

Ew made ji sê qonaxan pêk tê: Asayîkirin, serjimêrî û giştpirsî, lê heta niha tenê beşekî kêm ê qonaxa yekem a madeyê hatiye bicihanîn.

Rêbwar Talebanî li ser vê mijarê dibêje: “Diviyabû heta dawiya 2007an pirsgirêka herêmên Kurdistanî hatiba çareserkirin.

Dema ku nehatiye çareserkirin jî, pêwîst bû bi emrê waqî navçe bibûna beşek ji Kurdistanê.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bangî aliyên Kurdistanî û nûnerên Kurd ên li Parlamentoya Îraqê dike ku li hemberî bicihneanîna destûrê “herî kêm helwesteke wan hebe û careke din rewayiyê nedin hikûmeteke ku zilmê li wan dike.”

Li gorî Rêbwar Talebanî, “Nabe em li benda bicihanîna Madeya 140î bimînin, çimkî hikûmeta Îraqê wê bi cih nayne.

Di mejî û stratejiya wan de cihê Madeya 140î ya destûrê nîne û ti baweriya wan pê nîne, heta eger bikaribin dê wê hilweşînin.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aliyên Ereb ên li Îraqê wekî “nijadperest” bi nav dike û rave dike ku “Ew pirranî ne û wan dîktatoriyek bi navê dîktatoriya federalî û parlamentoyê ava kiriye.

Kurdan 63 endamên wan (li parlamentoya federal) hene û bi ti awayî nikarin bendeke Madeya 140î jî bi cih bînin, çimkî li hemberî wan zêdetirî 263 endam hene ku bi yek stratejiyê, hemû dijminatiya Kurdan dikin.”

“Pêwîst e aliyên siyasî li hemberî Bexdayê yekrêz bin”

21ê Kanûna Paşîn a îsal li Parlamentoya Îraqê yasaya vegerandina milk û malan ji bo xwediyên wan ên resen hat pesendkirin ku taybet e bi vegerandina wan milk û malên ku li gorî 12 biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kerkûk û herêmên din ên Kurdistanî dest li ser wan hatibû danîn, lê heta niha nehatiye bicihanîn.

Rêbwar Talebanî amaje bi wê yekê kir, “Ti derfet ji bo rêkeftinê li gel Erebên nijadperest nîne, çimkî ti niyazeke wan a şaristanî nîne û karê wan tenê dagirkirin e. Yanî siyaset û dîplomasî li gel wan bersivê nade.”

Bi bicihanîna yasayê, zêdetirî 300 hezar donim erdên dagirkirî yên li Kerkûkê ku dikevin sînorê Madeya 140î dê li xwediyên xwe yên resen ku cotkarên Kurd û Tirkmen in vegerin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha eşkere kir, “Nabe em bi wan yasayên ku li Îraqê derdikevin dilxweş bibin.”

Rêbwar Talebanî di wê baweriyê de ye ku pirsgirêka Kurdan ew e ku civaka Ereb û bi taybetî nijadperestên wan nas nakin, “Pêwîst e aliyên siyasî yekrêz bin û stratejiyekê ji xwe re deynin.

Nabe rewayî li wê hikûmetê were kirin û ew jî careke din bi bikaranîna hêza leşkerî, xelkê me ji ser milk û malên wan derbixe.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku yasaya vegerandina milk û malan ji bo xwediyên xwe yên resen nayê bicihanîn, “Dema ew (hikûmeta Îraqê) destûrê bi cih naynin, dê yasa çawa were bicihanîn.

Ji hezar û 600 heta hezar û 700 biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê, heta niha heşt biryar hatine hilweşandin ku ew jî nehatine bicihanîn.”