Li Geverê qeza: Şofêrê kepçeyê mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê yai parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, şofêrê kepçeyê dema rawestiyabû barhilgirê li kepçeyê da û şofêr mir

Li gorî zanyariyan roja îro li ser rêya bajarokê Bajêrganê dema Servet A. yê 21 salî yê şofêrê kepçeyê, rawestiyabû û kêmasiyên kepçeya xwe temam dikir, barhilgira ku paş ve dihat lê da.

Servet di navbera barhilgir û kepçeyê de asê ma û mir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Servet A. bo bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hat kirin.