Heyva Sor a Kurdî: Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 4 kadroyên me revandin
Hewlêr (Rûdaw) - Heyva Sor a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku çekdarên ser bi Tirkiyê ve çend kadroyên wan revdandine û çarenivîsa wan nediyar e.
Di demekê de ku êrişa artêşa Tirkiyê bi piştevaniya çekdarên opozisyona Sûriyê di pêncem rojê berdewam e, 4 karmendên Heyva Sor a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.
Heyva Sor a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ew karmendên wan dema bi ambulansê ber bi Girê Spî ve diçin ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve têne revandin.
Hevyva Sor a Kurdî dibêje piştî karmendên wan hatine rewandin ti zanyarî bidest nexistine û çarenivîsa wan jî nayê zanîn.
Endama Civata Kargêrî ya Heyva Sor a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Êva Ehmed Elî duh beşdarî bultena Rûdawê bibû û ragihandibû ku li Serê Kaniyên navendên Heyva Sor a Kurdî bûye armancên êrişan û 2 karmendên wan jî birîndar bûne.
Êva Ehmed Elî herwiha dabû zanîn ku ew ji ber êrişan nikarin xwe bigihejin birîndaran.