Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Kuweytê kir û bi Mîrê wî welatî re civiya

13-10-2020

12:10

Serokê Herêma Kurdistanê dawî li serdana xwe ya bo Kuweytê anî

Rûdaw

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî piştî ku bi Mîrê Kuweytê yê nû Newaf el Ehmed el Cabir el Subah re hevdîtin pêk anî, dawî li serdana xwe bo wî welatî anî.

Nêçîrvan Barzanî ku îro Sêşemê 13ê Cotmeha 2020an bi serdanekê çû Kuweytê, ji aliyê Newaf el Ehmed el Cabir el Subah ve li dîwana mîrîtiyê hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinekê de, Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe û serkirdatiya Herêma Kurdistanê bi boneya koça dawî ya Şêx Subah el Ehmed el Cabir Subah, mîrê berê yê Kuweytê nîşan da û herwiha pîrozbahîkirina li Mîrê Kuwêtê yê Nû, Newaf el Ehmed el Cabir el Subah kir.

 

Zêdetir bixwîne

11:40

Mîrê Kuweytê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir

Rûdaw
Rûdaw

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Mîrê Kuweytê aliyê Newaf el Ehmed el Cabir el Subah ve hat pêşwazîkirin.

Nêçîrvan Barzanî bi boneya gihandina hevxemiya xwe û serkirdatiya Herêma Kurdistanê bi boneya koça dawî ya Şêx Subah el Ehmed el Cabir Subah, mîrê berê yê Kuweytê û herwiha pîrozbahîkirina li Mîrê Kuwêtê yê Nû, Newaf el Ehmed el Cabir el Subah îro serdana wî welatî kir.

Felah Mistefa, şêwirmendê pilebilind ê Serokê Herêma Kurdistanê derbarê vê serdana Nêçîrvan Barzanî de ji Rûdawê re ragihand, Herêma Kurdistanê giringî dide peywendiyên li gel welatên Erebî, kendavê û cîhanê. Felah Mistefa got, “welatên Erebî û bi taybetî yên kendavê, ji me re giring in. Herêma Kurdistanê jî xwedî peywendiyên taybet e li gel Kuweytê.”

Zêdetir bixwîne

10:40

Wezîrê Karûbarê Dîwana Mîrî ya Kuweytê: Têkiliyên me li gel serkirdatiya Kurdistanê dîrokî ne

Şêx Elî Cerah el Subah, Wezîrê Karûbarê Dîwana Mîrî ya Kuweytê. Wêne: Rûdaw TV
Şêx Elî Cerah el Subah, Wezîrê Karûbarê Dîwana Mîrî ya Kuweytê. Wêne: Rûdaw TV

Şêx Elî Cerah el Subah, Wezîrê Karûbarê Dîwana Mîrî ya Kuweytê derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bo wî welatî de ji Rûdawê re ragihand, peywendiyên Kuweytê li gel serkirdatiya Herêma Kudistanê dîrokî ne.

Şêx Elî Cerah el Subah got, di serdema xwedê jê razî Mistefa Barzanî û birêz Mesûd Barzanî de û niha jî cenabê serok (Nêçîrvan Barzanî), lewma ev serdana serkirdeyên Herêma Kurdistanê bo sersaxiyê xerîb nîne. Berdewam Kuweyt û xwedê jê razî Subah el Ehmed el Cabir, peywndiyên baş hebûne li gel tevahiya serkrideyên Iraqê, tevî serkirdeyên Herêma Kurdistanê jî.

Serokê Herêma Kurdistanê îro bi serdanekê gihîşt Kuweytê.

Zêdetir bixwîne

10:10

Serok Nêçîrvan Barzanî gihîşt Kuweytê

Rûdaw

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, kêliyek berî niha gihîşt Kuweytê û ji aliyê berpirsên wî welatî ve hate pêşwazîkirin.

 

 

 

Zêdetir bixwîne

10:00

Nêçîrvan Barzanî serdana Kuweytê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Kuweytê dike û li gel Mîrê Kuweytê yê nû Newaf el Ehmed Cabir el Subah dicive.

Îro Sêşemê, demjimêr 10:30 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bigihe Kuweytê û di vê serdanê de dê hevxemiya xwe bi boneya koça dawî ya Şêx Subah el Ehmed el Cabir Subah, mîrê berê yê wî welatî nîşan bide.

Nêçîrvan Barzanî, herwiha dê pîrozbahiyê li Mîrê Kuwêtê yê Nû, Newaf el Ehmed Cabir el Subah bike, ew jî bi boneya destbikarbûna wî weke mîrê nû yê wî welatî.

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li gel berpirsên pilebilind ên wî welatî, bihêzkirina peywendiyên dualî yên navbera Hewlêr û Kuweytê jî gotûbêj bike.

Felah Mistefa, şêwirmendê pilebilind ê Serokê Herêma Kurdistanê derbarê vê serdana Nêçîrvan Barzanî de ji Rûdawê re ragihand, Herêma Kurdistanê giringî dide peywendiyên li gel welatên Erebî, kendavê û cîhanê. Felah Mistefa got, welatên Erebî û bi taybetî yên kendavê, ji me re giring in. Herêma Kurdistanê jî xwedî peywendiyên taybet e li gel Kuweytê.

Di çend salên bihorî de, peywendiyên navbera Hewlêr û Kuweytê berdewam ber bi bihêzbûnê ve bûne. Di navbera salên 2013 ta 2015an de, Serok Barzanî serdana Kuweytê kir û li gel mîrê wê demê yê wî welatî civiya.

Ji sala 2015ê ve jî Kuweytê konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vekiriye.

Di Sibata bihorî de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di kevana konferana Asayişê ya Munchenê de li gel Serowezîrê Kuweytê Subah Hemed el Subah civiyabû û derbarê guhertinên navçeyê û peywendiyên navbera Hewlêr û Kuweytê de gotûbêj kiribûn.

Li gel bihêzbûna peywendiyên dîplomatîk ên Kuweytê û Herêma Kurdistanê, giringî bi peywendiyên aborî jî hatiye dayîn û di sala 2006an de, qebareya weberanîna kompaniyên Kuweytê li Herêma Kurdistanê gihiştiye 10.570 milyon dolaran.

Serokê Herêma Kurdistanê di vê serdana xwe de, dê sermayedar û hilberînerên Kuweytî han bide, ji bo ku li Herêma Kurdistanê bêtir hilberînê bikin.

Şêwirmendê pilebilind ê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa derbarê vê yekê de da xuyakirin, Herêma Kurdistanê dixwaze hilberînerên kendavê han bide, daku bên Kurdistanê li di avakirina jêrxana aboriya Kurdistanê de alîkariya me bikin.

Kuweyt tevî ku ji aliyê rûberê xwe ve welatekî biçûk e û tenê hinekî zêdetir ji 17,000 kîlometrên çargoşe ye, lê belê endamekî çalak ê Encûmena Hevkariya Kendavê ye û xwedî yedekeke mezin a petrolê ye û xwedî pêgeheke stratejîk e, û ji ber wan sedeman jî pêgeha wî welatî li navçeyê bihêz e.

Zêdetir bixwîne