Platforma Jinan: Li Wanê îsal 10 jin û zarok hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Jinan a Wanê ragihand ku ji sere sala 2021ê heta niha li parêzgeha Wanê 8 jin û 2 zarok hatine kuştin û 4 zarok jî rastî destdirêjiyê hatine.
Platforma Jinan a Wanê raporta xwe ya derbarê destdirêjî û kuştina jin û zarokan de li avahîya şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdê û Zanistiyê (Egitim-Sen) bi konferanseke rojnamevaniyê eşkere kir.
Endama Platforma Jinan a Wanê Seda Guler anî ziman ku ev sucên li dijî jin û zarokan tên kirin, li ser civakê şikestinek mezin a derûnî çê dike û got ku divê li hember vê rewşê helwestek hebe.
Seda Guler got: “Tirkiye bi armanca parastina mafên zarok û jinan peymanên navdewletî îmze kirine, lê rêgezên peymanan cîbicî nake û gavên pêwîst, helwestek zelal nîşan nade. Herwiha tawanbaran ceza nake an jî kêm ceza dike.”
Guler dibêje di van salên dawî de bi taybet di dema belavbûna nexweşiya coronayê de tundiya dijî zarokan û zewicandina wan zêde bûye û ev jî bo welatê me wêneyek tarî çêkiriye.
Guler bal dikşîne ser bûyera destdirêjîya li bajarokê Elbakê ku ji aliyê karmendê dibistanê Y.K. ve dijî xwandevanek zarok pêk hatibû, got ku çend axayên eşîran xwestin vê bûyerê veşêrin û gefa kuştinê li malbata wê zarokê xwarin.
Endama Platforma Jinan a Wanê herwiha amaje bi wê yekê kir ku desthilat bi polîtîkayên necezakirina tawanbaran pêşiya bûyerên destdirêjî û tacîza li dijî zarok û jinan vedike û got divê carek din Peymana Stenbolê bê cîbicîkirin û kesên tawanbar bên cezakirin.
Konseya Ewropayê sala 2011an li Stenbolê peymanek taybet bo rêlibergirtin û rûbirûbûna tundûtûjiya li beramber jinan pêk anî û Tirkiye yekem welat bû ku ew peyman îmza kiribû û pesend kiribû. Ew peymana taybet bi mafên jinan, ji ber ku li Stenbolê hatibû îmzekirin, li qada navdewletî wek Peymana Stenbolê tê naskirin.
Lê tevî nerazîbûnan jî bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya. Herwiha ev biryar di demekê de ye ku li Tirkiyê tundûtûjiya li dijî jinan û bûyerên kuştina jinan zêde bûne.