Cotkarên Efrînê tenê dikarin zeyta zeytûnên xwe bifiroşin kompanyeyeke Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Çandiniyê ya Efrînê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye damezirandin û ser bi Encûmena Xwecihî ya Efrînê ve ye, biryar daye ku cotkarên Efrînê û bazirganên zeytê, zeyta xwe tenê bifiroşin kompanyayeke Tirkî ya bi navê Tarim Kredi.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji Herêma Efrînê bidest xistine, ew kompanî bi dilê xwe nirxê zeytê destnîşan dike û cotkar nikarin biryarên wê red bikin.

Berpirsên kompanyaya Tarim Kredi, hemû endamên AKPê ne û piraniya wan xizmên hev in, serokê wê bi xwe jî Köksal Kacir e, ew jî serokê komîsyona hilbjartinan ya AKP bû li bajarê Bozuyuk bû.

Odeya Çandiniyê ya Efrînê herwiha biryar daye, moleta kar ji bo her mekbeseke zeytûnan bi 350 dolarî be, ji bo mekbesên nû jî, moleta kar bi 800 dolarî be.

Zanyariyên ku ji aliyê bazirganekî zeyt û zeytûnên Efrînê ve bi dest Rûdawê ketine diyar dikin ku îsal derdora 600 mekbes li Herêma Efrînê hene.

Herwiha nirxê tenekeyek zeytê ya 16 kîlo, ku ji 18 lîtreyan pêk tê, 53 dolarên Amerîkî ye.

Ew zeyt ji bo bazarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Tirkiye, Lubnan û Ewropa tê şandin.

Li gor agahiyan, îsal 35 - 40% darzeytûnan ber girtine.

Di sala 2021an de li herêma Efrînê 70% ji darzeytûnan ber girtibûn û nirxê her 1 teneke zeyta zeytûnan bi 38 - 44 dolarî bû.