Li Amedê pevçûna xinamiyan: Zava û pismamê xwe hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna xinamiyan de zava û pismamekî xwe hatin kuştin.
Bûyer derengiya şeva borî di apartmaneke li ser Cadeya Azîz Mahmudogullariyê ya Amedê de çêbû.
Li gorî zanyariyan di navbera Muhammed Alî Baranê 29 salî û hevjîna wî E.Byê de ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn nîqaş derket.
Piştî demekê endamên malbatên her du aliyan tevlî nîqaşê bûn û pev çûn.
Di pevçûnê de çek jî hatin bikaranîn û Muhammed Alî Baran li gel pismamekî xwe yê bi navê Vedat Baran (39) hatin kuştin.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û termên her du kesan birin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku hevjîna Muhammed Alî Baran, E.B, xesûya wî R.Ş û bûrayê wî A.Ş. yên ku reviyabûn hatine desteserkirin.
Xebatên hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina gumanbarekî din berdewam in.