Li Rihayê pevçûna şivanan: 3 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê di pevçûna şivanan a bi çekan de 3 kes birîndar bûn.
Li Gundê Boybeyê yê navçeyê, nîqaşa di navbera şivanan de ya ji ber çêrandina pez veguherî pevçûna biçekan.
Di pevçûnan de 3 şivan birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Ambulansan her sê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.
Cendirmeyan li herêmê tedbîrên ewlehiyê stand û hat ragihandin ku ji bo girtina kesên ku tevlî pevçûnan bûne lêpirsîn hatiye destpêkirin kirin.