Tirkiye dixwaze bazirganiya li Deriyê Îbrahîm Xelîl bigihîne 30 milyar dolarî

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Şirnexê Bîrol Ekîcî hat Hewlêrê û bi Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re civiya.

Di civînê de mijarên bipêşxistina têkiliyên bazirganî û çandî hatin gotûbêjkirin.

Piştî civînê Ekîcî û Xoşnaw konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar de axivîn.

Ekîcî diyar kir ku ew li ser vexwendina Parêzgarê Hewlêrê bi şandeyekê re hatiye Hewlêrê û got:

"Ez ji ber avakirina bajarekî modern û kesk pîrozbahiyê li Parêzgarê Hewlêrê dikim. Şirnex jî yek ji wan bajaran e ku bi lez bi pêş dikeve.

Deriyê Sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl ê li bajarê me, yek ji deriyên sînorî yên herî mezin ên welatê me ye û xwedî rêjeya herî bilind a hinardekirinê ye."

Armanc: Bazirganiya li Xabûrê bibe 30 milyar dolar

Ekîcî anî zimên ku Deriyê Sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl wekî yek ji deriyên sînorî yên herî mezin ên cîhanê tê qebûlkirin.

Parêzgarê Şirnexê got, "Salane 17 milyar dolar dan û standina bazirganî tê kirin. Yek ji armancên sereke yên Tirkiyeyê niha ew e ku vê hejmarê bigihîne 30 milyar dolarî."

Bîrol Ekîcî diyar kir ku rojane 4 hezar kamyon û 10 hezar rêwî ji deriyê sînorî derbas dibin û got:

"Ez ji bo vexwendin, bipêşxistina pêwendî, hevahengiya me ya bazirganî careke din spasiya Parêzgarê Hewlêrê dikim.

Gelên me yên ku bi hezaran sal in li vê herêmê dijîn wekî bira ne.

Ji bo ku em vê biratiyê xurttir bikin, divê em di warên çand, huner û werzişê de têkiliyên xwe hîn xurttir bikin."

Parêzgarê Şirnexê dê bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re bicive

Ekîcî da zanîn ku wî Parêzgarê Hewlêrê Xoşnav vexwendiye Şirnexê û destnîşan kir ku ew dê li Herêma Kurdistanê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re cuda cuda bicive.

Ekîcî her wiha bal kişand ser pêvajoya çekdanîna PKKyê û got, "Pêvajoya aştiyê ya ku di bin serokatiya Serokkomarê me (Recep Tayyîp Erdogan) de dest pê kiriye, ji aliyê welatiyên me ve bi tevahî tê piştgirîkirin.

Ji ber vê yekê divê em ji bo serkeftina vê pêvajoyê bixebitin."

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî di civînê de diyar kir ku wan mijarên wekî bipêşxistina têkiliyên bazirganî, çandî, edebî û hunerî, avakirina pêwendiyên akademîk di navbera zanîngehên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, zêdekirina liv û tevgera bazirganî, hevparî û hevkariyê gotûbêj kirine.

Xoşnaw anî zimên ku ev cara yekem e Parêzgarê Şirnexê serdana Hewlêrê dike û got, "Em li ser berdewamiya hevdîtin û diyalogên xwe li hev dikin."

Parêzgarê Hewlêrê her wiha da zanîn ku ew dê di demeke nêzîk de bersiva vexwendina Bîrol Ekîcî bide û dê Şirnexê ziyaret bike.