Nêçîrvan Barzanî Parêzgarê Şirnexê pêşwazî kir
Hewlêr (Rûaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Parêzgarê Şirnexê Bîrol Ekîcî û heyeta pê re pêşwazî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyanî da.
Serokê Şaredariya Şirnexê, Serokê Odeya Pîşesazî Bazirganiyê ya Şirnexê û Serokê Odeya Pîşesazî Bazirganiyê ya Cizîrê jî di heyetê de amade bûn.
Di civînê de Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Erman Topçû jî amade bûn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê pêwendiyên Tirkiye yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dan û standina bazirganî û awayên bipêşxistina çalakiyên aborî, zanîngehî û çandî yên di navbera wan de hatin gotûbêjkirin.
Daxwaza xurtkirina hevkariyê
Her du aliyan tekezî li ser daxwaza dualî ya ji bo bipêşxistina zêdetir a hevkariya hevbeş û berfirehkirina warên bazirganî, çûnûhatin û geştyariyê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de kir.
Di vê çarçoveyê de behsa asta pêwendiyên Şirnexê bi Hewlêr û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê re hat kirin.
Pêvajoya aştiyê û Balafirgeha Şirnexê
Bandora pêvajoya aştiyê ya li ser bipêşketina herêmê û mijara Balafirgeha Şirnexê ku ji ber nêzîkbûna xwe ya bi sînor re xizmetê dide geştyarên Herêma Kurdistanê jî, aliyekî din ê civînê bû.