Hewlêr (Rûdaw)- Serfermanderê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ragihand ku, wî bi xwe daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû ku razîbibe li ser dest berdana ji kursiyê serfermanderiya artêşa Iraqê.
Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî komek guhertin di serkirdatiya artêşa Iraqê de kirin û bi biryarekê 26 fermandeyên leşkerî guhertin, navê Serfermanderê Artêşa Iraqê Ferîq Babekir Zêbarî jî di nava wê wan fermandaran de bû ku ji kursiyê xwe hatine dûrxistin.
Derbarê vê yeyê Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihand: “Min berê daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû ku razîbibe ez dest ji karê xwe berdim û vegerim Kurdistanê, da ku ez rê ji kurdekî din re vekim ku wî cihê bigire xizmetê bike.”
Hevdem perlemanterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û endamê Komîteya Asayîş û Parastinê di Parlamentoya Iraqê de Şaxewan Ebdula ji Rûdawê re ragihand: “Babekir Zêbarî li ser daxwaza xwe dest ji kursiyê xwe berda. Kursiyê Serfermandariya Artêşa Iraqê ji kurdan re dimîne, lewma Ferîq Xorşîd Selîm Doskî li cihê wî hat danîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse