Hicrî bo Trump: Kurd ji bo azadiya xwe xebatê dikin

Hewlêr (Rûdaw) Sekreterê Giştî yê PDKÎ bi nameyekî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump kir û daxwaz kir, ku guvaşa zêdetir bixin ser Îranê.

 

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî di nameya xwe de hêvi kir ku di heyama serokatiya Trupm de ji bo vegerandina aşîtî û ewlehiya Rojhilata Navîn kar bê kirin û rêya dabînkirina mafên netewî, yên netewyên bêpar di herêmê de bê  vekirin û herwiha desthilata dewletên dîktator bê kêmkirin.

 

Hicrî di nameya xwe de got: “Netewa Kurd li Rojhlata Navîn, heyama 30 salan e ku di pêxema azadî, wekhevî û mafê netewî ya xwe de xebatê dike, Partiya min, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê 71 sal e ku li dijî rejîmên dîktator yên Îranê, xebatê dike.”

 

Sekreterê Giştî yê PDKÎ diyar kir, ku Komara Îslamî ya Îranê zêdetirî 30 salane hemû cure tevgerên azadîxwaziyê di Îranê û bi taybetî di Kurdistanê de serkut dike û got: “Di vî heyamî de bi hezaran kes ji çalakên siyasî û kadro û pêşmergeyên partiyên siyasî hatine kuştin." 

 

Mistefa Hicrî di nameya xwe de behsa polîtîkayên Îranê yên li herêmê jî kir û wiha berdewam kir:

 

“Niha ev rejîm, ne tenê gelê Kurd û gelên din ên Îranê serkut dike, di heman demê de deshilat û nifûza xwe bi awayekî bê mînak li Rojhilata Navîn berfireh dike û berdewam dixebite bo afirandina ne aramî, têkdan û şer û malwêraniyê, lewra em di vê baweriyê de ne, ku ji bo cihgîrkirina aşîtî û awlehiyê hewce ye deshilata vê rejîmê bê kêmkirin û bikeve bin zext û gîwaşek wisa de, da ku mafên despêkî û siyasî yên netewên Îranê ku yek ji wan netewa Kurd e, dabîn bike.”

 

Donald Trump di dema propagandaya hilbijartinê de rexne li siyaseta Barack Obama ya derbarê Îranê de girtibû. Trump gotibû, “Îran dest daniye ser Yemen, Sûriye û Iraqê, nabe rê bidin vê siyasetê.”