Hewlêr (Rûdaw) – Keça dîzayner û model a ji Rojhilatê Kurdistanê, Sonya Beytûşî bo gihandina alîkariyan bi zarokên koçber û bê serpireşt, li Başûrê Kurdistanê rêxistineke xêrxwazî bi navê Zapi Young vedike.
Sonya Beytûşî di vê bareyê de daxuyaniyek da Rûdawê û ragihand: “Heyama çend mehan e ku li gel çend hevalên xwe rêxistinek xêrxwazî bo alîkarîkirina zarokên aware û malbatên şehîdan vekiriye û em mehane rêjeyeke pere ji bo wê yekê kom dikin.”
Beytûşî da zanîn, bi mebesta gihandina alîkariyan bi zarokên bê serpireşt, ew niha mijûlî komkirina pere ji şîrket û sermayedarên Kurdistanê ne.
Sonya Beytûşî ji Rûdawê re aşkera kir, ku ew dixwaze beşdarî di fîlmekê de jî bike û got: “Di destpêka meha dahatî de, li Qibrisê ezê dest bi wênegirtina di fîlmeke akşin a farsî de bikim ku ji derhênana Areş Secadî ye.”
Beytûşî niha malpereke taybet bi fêrbûna dîzayn û çêkirina cilûbergan vekiriye.






Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse