15 Photos
Li Rihayê her çar demsalan jî welatî bi qeflan serdana Gola Masiyan dikin ku yek ji navendên girîng ên turîzmê ye.
Riha ku Hezretî Îbrahîm lê jidayîk bûye û pêxemberên wek Eyûb, Elyasa û Şuayp lê jiyane û ji ber vê yekê jî wek "bajarê pêxemberan" tê naskirin, di warê turîzmê de navçeyeke girîng e, bi taybetî turîzma baweriyê.
Gola Masiyan jî yek ji wan cihan e ku herî zêde welatî serdana wê dikin û berê xwe didin masiyên di nav golê de.