Encumena Zagonsaz a Cizîrê: Kêmasî hebin welatî dikarin giliyên xwe bikin

13-11-2018
RÛDAW
Li bajarê Qamişlo paneleke taybet bi rewşa qanûnî û çawaniya bicihkirina wan qanûnan hat sazkirin
Li bajarê Qamişlo paneleke taybet bi rewşa qanûnî û çawaniya bicihkirina wan qanûnan hat sazkirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Yasa Hekem Xalo
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Hevserokê Encûmena Zagonsaz li Cizîrê da xuyakirin ku heger kêmanî û pirsgirêk di qanûnên wan de hebin, welatî û sazî dikarin bi awayekî fermî gilî û daxwaznameyên xwe ji wan re pêşkêş bikin.

 

Li bajarê Qamişlo bi serpereştiya Saziya Biratî ya Mafê Mirovan, paneleke taybet bi rewşa qanûnî û çawaniya bicihkirina wan qanûnan li deverê hat sazkirin.

 

Di panelê de, hejmarek ji siyasetmedar, hiqûqnas û çalakvanên civaka sivîl, Hevserokê Encûmena Zagonsaz li Cizîrê, Hekem Xelo û seroka Yekîtiya Parêzeran li Cizîrê, Xedîca Ibrahîm jî amade bûn.

 

Hekem Xelo ji Rûdawê re daxuyakirin, ku rexne li hindek qanûnên Rêveberiya Xweser tên kirin û got ku deriyê wan ji nerîn û rexneyan re vekirî ye.

 

Xelo wiha axifî: “Îro li ser vexwendina Saziya Biratî ya Mafê Mirovan em wek Encumena Zagonsaz a Cizîrê beşdarî panela bi rewşa qanûnî bûn. Me li ser derxistina makenîzmaya qanûnan niqaş kirin. Herwiha me li ser zehmetiyên em dibînin şîrove kirin. Hinek rexneyên wan derbarê yasayn de hebûn û me jî ji wan re got rexneyên xwe ji me re bişînin bi awayekî fermî û werin em nîqaşên xwe bi hev re bikin û deriyê me ji rexneyan re vekiriye. Deriyê me ji hemû saziyên sivîl re vekiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst