Pompeo bo Ebdulmehdî: Divê bilez daxwazên xwepêşanderan bên pêkanîn
Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka kuştina xwepêşanderan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve şermezar dike û Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo di pêwnediyeke telefonî de daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dike, hikûmet di zûtirîn dem de daxwazên xwepêşanderên nerazî pêk bîne.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku Wezîrê Derve Mike Pompeo pêwendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê encam daye, û daxwaz jê kiriye, ku daxwazên rewa yên xwepêşanderan bi çaksaziyên bilez û nehêlana dengeliyê çareser bike.
Mike Pompeo ji Adil Ebdulmehdî re gotiye, ku xwepêşandan mekanîzmeke bingehîn a birêveçûna demokrasiyê ye, û ew kuştina wê hejmara mezin a xwepêşanderan û revandina xelkê protesto dikin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha tekezî li ser piştgiriya berdewam a Amerîkayê bo Iraqê di çarçoveya rêkeftina stratejîk a navbera Waşington û Bexdayê kiriye, herwiha tekezî li ser piştgiriya bo Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de jî kiriye.
Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje jî, ku tundûtûjiyeke zêde li dijî xwepêşanderan hatiye kirin, û hinek rapor behsa revandina xelkê jî dikin.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê jî di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku Adil Ebdulmehdî tekezî li xwesteka Iraqê ji bo bihêzkirina pêwendiyên du alî û bihêzkirina têkiliyên Iraqê û welatên cîran û rêzgirtinli serwerî û serxwebûna wan kiriye .
Ofîsa Adil Ebdulmehdî daye xuyakirin, ku hikûmeta Iraqê dê li ser serederiyên xwe yên erênî li gel xwepêşanderan berdewam be , daku li gor desûr û yasayê daxwazên wan tên cîbicîkirin.