DAIŞê li Gulale êrişî hêzên polîs kir: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Gulale yê ser bi Diyala DAIŞê bi êrişî polîsê federalî û polîsê Germiyanê kir û di encamê de polîsek hat kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan êriş, îşev demjimêr 21.30an pêk hat û çekdarên DAIŞê ji sê aliyan ve bi çeka Qenas teqe kirin û di encamê de 3 polîs birîndar bûn ku yek ji wan ji ber birîna xwe ya giran li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şemal Ebdulrehman, Rêveberê Asayişa Kokis ji Rûdawê re ragihand, heta niha jî şer berdewam e û li ser pira Gulale bazgeha hêzên Iraqî heye, DAIŞê êrişî ser wan kir û birîndarên wan hene lê “em nizanin ka hejmara wan çend e.”

Li gor zanyariyan tîmên tendirustî bo cihê bûyerê hatine veguhastin û birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û “dengê teqeya jî berdewam tê bihîstin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê ew polîsê Germiyan ku birîndar bûye, navê wî Goran Elî Reşîd e.