Li Bakurê Kurdistanê hewa sar dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku pileyên germê dê 2 heta 4 pileyan dakevin û ji bo çend parêzgehan hişyariya barana gur û berfê da.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê, roja înê li parêzgehên Amed, Çewlîg û Sêwazê hewa sar dibe û baran dê bibare.

Her wiha li cihên bilind ên herêma Serhedê jî dê berf bibare.

Saziyê ji bo parêzgehên Sêwaz, Nîgde, Qeyserî, Samsun, Gîresûn û Orduyê hişyariya barana gur û metirsiya lehiyê da.

Her wiha ji xelkê hat xwestin ku li hemberî rewşên neyînî tedbîrên pêwîst wergire.