Şewata Sînemaya Amûdê: 65 sal di ser re derbas dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 65 sal di ser şewata Sînemaya Amûdê re derbas dibin.

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê 13ê Çiriya Paşîn a 1960î sînemaya bajêr şewitî û tê de 283 zarokên Kurd canê xwe ji dest da.

Di wê roja xemgîn de, agirekî dijwar bi Sînemaya Amûdê ket.

Di encamê de 283 zarokên Kurd ên wî bajarî û yên derdorê, di nav dojeha wî agirî de canê xwe ji dest da.

Her wiha bi dehan zarok jî birîndar bûn û heta niha gelek ji wan behsa wê serpêhatiya xwe dikin.

Xwendekarên dibistanan wê rojê çûbûn ku li fîlmeke bi navnîşana “Tawana Nîvê Şevê” ya li ser Şoreşa Cezayîrê temaşe bikin, wekî piştgiriyekê ji bo wê şoreşê.

Şewata Sînemaya Amûdê, wekî “Komkujiya Sînemaya Amûdê” jî tê binavkirin.

Baweriya di nav xelkê de ew e ku şewat ji aliyê desthilata wê demê ya Sûriyeyê ve bi qestî hat derxistin.

Heta niha jî bi awayê fermî ti alî yan kes ji ber wê bûyerê nehatine darizandin an jî cezakirin.

Mihemedê Seîd Axayê Deqorî

Dema behsa şewata şewata Sînemaya Amûdê tê kirin yekser fedakarî û xîreta Mihemedê Seîd Axayê Deqorî tê hişê însên.

Mihemedê Seîd Axa wê şevê bi dehan zarok ji şewatê rizgar kirin.

Her carê xwe dida nav êgir, çend zarok xelas dikirin û dîsa li sînemayê vedigeriya da ku zarokên welatê wî neşewitin.

Lê carekê ji wan sitûnek bi ser de tê xwarê û ew jî di nav pêtên êgir de koça dawî dike.

Desthilanîn û xîreta Mihemedê Seîd Axayê Deqorî bûye mijara gelek stranan.