Li Rojhilatê Kurdistanê 4 kes hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 4 welatiyên Kurd girtin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.
Li bajarên Sine û Dîwanderê yên Rojhilatê Kurdistanê, 4 welatiyên Kurd ên bi navên Ferşîd Mensûrî, Fuad Muradî, Bêhnam Nûrî û Kawe Ebdî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin.
Li gorî rapora Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, êvara sêşemê Ferşîd Mensûriyê 36 salî li mala xwe ya li taxa Ebasavayê ya Sineyê ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin.
Her wiha roja duşemê sê kesên din hatin girtin.
Bêhnam Nûrî yê xelkê gundê Quliyanê yê bajarê Sineyê, Kawe Ebdiyê 35 salî yê xelkê Dîwanderê û Fuad Muradiyê xelkê Sineyê hatin girtin.
Li gorî heman çavkaniyê, Fuad Muradî û Bêhnam Nûrî li malên xwe hatine girtin.
Kawe Ebdiyê ku endezyar e, dema ku ji kar vedigeriya hatiye girtin.
Heta niha sedema girtina wan û tohmetên ku li wan hatine kirin nehatine zanîn û çarenivîsa wan jî ne diyar e.