EFRÎN - Erebên hawirde gefan li Kurdan dixwin: 'Em dê alîgirên HSDyê bikin hedef'
Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê Erebên hawirde piştî kuştina kesekî Ereb gefan li Kurdên herêmê dixwin û dibêjin, “Em dê alîgirên HSDyê bikin armanc.”
Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî, bi sedan çekdarên Ereb ên hawirde bi karwanên otomobîlan li nav bajarê Efrînê geriyane û gule bi awayekî bêserûber berdane.
Li gorî heman çavkaniyê, vê yekê di nav niştecihên bajêr de tirs û alozî belav kiriye û rûspî û kesayetiyên Efrînê neçar mane bangî Birêvebirê Herêmê bikin da ku rê li ber derketina tundiyê bigirin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku dewriyeyên Ewlehiya Giştî ya Hikûmeta Sûriyeyê li bajêr hatine belavkirin lê hejmara çekdarên Ereb ên hawirde ji ya hêzên ewlehiyê zêdetir e.
48 saet mohlet
Di dema rakirina termê Hesan Efaşê ku doh li Efrînê hatibû kuştin de, hinek kesan 48 saet mohlet da hikûmeta Sûriyeyê da ku kujerê wî were eşkerekirin.
Erebên hawirde yên ku li navenda Efrînê kom bûbûn, gef li Kurdên bajêr xwarin û yek ji wan got, eger kujerê Hesan Efaş neyê eşkerekirin, ew dê hemû alîgirên HSDyê û "partiyên cudaxwaz" bikin armanc.
Heta niha kujer û sedema kuştina wî Erebê hawirde yê ku xelkê Dêrezorê ye nehatine zanîn lê Erebên hawirde gefan li Kurdên Efrînê dixwin.