Hêzên rejîma Îranê hemwelatiyekî Kurd kuştin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hemwelatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê bi guleya hêzên rejîma Îranê hat kuştin û kurdekî din jî birîndar bû.

Li gor nûçeya malpera “Kurdpa”, hemwelatiyê Kurd Bêhzad Ferîdûn Yarî (24 sal) li navçeya Hemedan bi guleyên hêzên rejîmê hat kuştin.

Di nûçeya wê malperê de hatiye ku bûyera kuştina Bêhzad roja duşema borî li nêzîk gundê Nehawend yê ser bi bajarê Rezin li navçeya Hemedanê çêbû.

 

Di heman bûyerê de, hemwelatiyê Kurd, Muhsin Mihemedî jî bi guleyên hêzên rejîmê birîndar bû û niha di bin çavdêriya pizîşkan de ye.

Malperê li ser zarê çavkaniyeke nêzîkî malbata behzad veguhastinye ku Bêhzad û Muhsin ji Tehranê ber bi Kirmaşanê vedigeriyan.

 

Çavkaniyê diyar kir ku hêzên rejîmê heta niha termê Behzad radestê malbata wî nekirine û Muhsin jî ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê maye.