Dîwarekî Çelê bi şiklê pirtûkan hat xemilandin

13-12-2018
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Colemêrg Çelê Dîwar Pirtûk
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Çelê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê şiklên pirtûkan yên ku danîne ser dîwarekî li kolanê eleqeyeke mezin dibîne.


Li navçeya Çelê ya Colemêrgê ku di van demên dawiyê de car caran çalakiyên çand û hunerê tên lidarxistin, fîgurên pirtûkên mezin li ser dîwarê li Kolana Cumhuriyetê bi cî kirin.

 


Di nav fîguran da pirtûkên wekî "Tenêtiya Sedsalî"ya Gabriel Garcia Marquez, "Xerîb"ya Yakup Kadrî Karaosmanoglu, "Mişk û Mirov"a John Steinbeck, "Memedê Dirêj"a Yaşar Kemal hene.

 

Zarok, ciwan, kal û pîr eleqeyê nîşanî fîguran didin.




Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst