Dîwarekî Çelê bi şiklê pirtûkan hat xemilandin
Navenda Nûçeyan - Li navçeya Çelê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê şiklên pirtûkan yên ku danîne ser dîwarekî li kolanê eleqeyeke mezin dibîne.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê ku di van demên dawiyê de car caran çalakiyên çand û hunerê tên lidarxistin, fîgurên pirtûkên mezin li ser dîwarê li Kolana Cumhuriyetê bi cî kirin.
Di nav fîguran da pirtûkên wekî "Tenêtiya Sedsalî"ya Gabriel Garcia Marquez, "Xerîb"ya Yakup Kadrî Karaosmanoglu, "Mişk û Mirov"a John Steinbeck, "Memedê Dirêj"a Yaşar Kemal hene.
Zarok, ciwan, kal û pîr eleqeyê nîşanî fîguran didin.