Li Garê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê di operasyoneke hevbeş a MIT û artêşê de, li Garê 9 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan. Lê PKKê heta niha ev zanyarê piştrast nekiriye.

Ajansa Anadoluyê (AA) ku ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê ye ragihand ku Istixbaretê (MIT) û hêzên artêşa wî welatî li herêma Gare ku dikeve nav sînorê Başûrê Kurdistanê êriş û operasyoneke hevbeş pêk anîn.

Li gor ajansa navborî, di encama wê êrişê de 9 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan û derbarê hûrgiliyên êrişê de jî zanyariyek nehat belavkirin.

Ev yek di demekê de ye, Hêzên Parastin Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye, roja 11ê vê mehê ragihandibû, firokeyên şer ên Tirkiyê çoltera gundên Meyrokê û Sêdarê yên li herêma Çiyayê Gare, 6 caran bombebaran kirin.

HPGê diyar kiribû ku dîsa heman rojê, herêma Zapê jî ji aliyê firokeyên Tirkiyê û bi obusan hat bombebaran û topbarankirin.

Li aliyê din HPGê di daxuyaniyeke din de amaje bi şerê li Zapê kir ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar gotibû, di êrişa wan de 20 gerîla jiyana xwe ji dest dane. HPGê ku berî niha kuştina 8 efser û leşkeran di wî şerî de ragihandibû, tekez kir ku di wî şerî de ti ziyan ne gihiştiye gerîlayên wan.

HPGê berî niha eşkere kiribû, wan rojên 8 û 9ê Kanûnê li devera Zapê operasyonek li dijî artêşa Tirkiyê kirine û di encama şerê di navbera gerîlayan wan û leşkerên artêşa Tirkiyê de 8 efser û leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û dest danîne ser termên wan.

Lê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesaba xwe ya fermî Twitterê tenê kuştina 3 leşkeran li devera Zapê ragihandibû.