Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê nû yê Fransayê pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, François Bayrou pîroz kir ku wekî serokwezîrê Fransayê hat tayînkirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, paywira serokwezîriyê da François Bayrou.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê peyameke pîrozkirinê ya bi Kurdî û Fransî belav kir.

“Jê re serkeftinê dixwazim”

Nêçîrvan Barzanî ji François Bayrou re serkeftin xwest û got:

“Ez li navê Herêma Kurdistanê birê François Bayrou pîroz dikim ku ji aliyê Serok Macron ve ji bo postê serokwezîrtiyê û avakirina hikûmeta nû ya Fransayê hatiye destnîşankirin.

Ez di erk û berpirsiyariyên wî yên nû de jê re serkeftinê dixwazim.”

“Pêwendiyên me dîrokî ne”

Serokê Herêma Kurdistanê “pêwendiyên dîrokî” yên Fransa û Herêma Kurdistanê bi bîr anîn û got:

“Ez di wê baweriyê de me ku dê geşbûn û bipêşketina di pêwendiyên dîrokî yên her du aliyan de bidome.

Ez pêbendiya Herêma Kurdistanê ya ji bo bihêzkirina alîkariyên me yên di hemû biwaran de ducare dikim da ku xizmetê ji armancên me yên hevpar re bikin.”

Macron ji 2017an de Serokkomarê Farnsayê ye û Bayrou serokwezîrê wî yê 6an e.