Li Amedê pevçûn: 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kayapinarê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, di pevçûna navbera du koman de 4 kes birîndar bûn.
Bûyer li Kolana 13an a Sîteya Pîşesaziyê ya 4emîn a Taxa Talaytepeyê qewimî.
Sedem nayê zanîn
Li gorî agahiyan, di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn nîqaş derket û veguherî pevçûnê.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn bûyerê.
4 kes hatin derbkirin
Di pevçûnê de 4 kesên ku derb xwarin birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li bajêr da ku bên dermankirin.