Li Agiriyê barhilgir wergeriya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Panosê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgira ku ajel vediguhastin wergeriya û 10 mih mirar bûn.

Li Bakurê Kurdistanê bi hatina zivistanê û çêbûna qeşayê re qezayên trafîkê zêde bûn.

Îro li nêzîk gundê Gamêşvanê yê navçeya Panosê barhilgira ku ajel vediguhastin wergeriya û di encamê de 10 mih ji barhilgirê ketin û mirar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.