Berdevkê HSDyê: Em beşdarî dewriyeya Tedmûrê nebûn

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand ku hêzên wan beşdarî dewriyeya hevbeş a bi hêzên Amerîkayê re nebûne ya ku li herêma Tedmurê rastî êrişê hatibû.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku li nêzîkî bajarê Tedmurê yê li naverasta Sûriyeyê, di kemîneke DAIŞê de 2 leşker û karmendekî sivîl ê Amerîkayî hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Piştî bûyerê hinek îdia derketibûn ku HSD jî di wê dewriyeyê de cih girtiye.

"Em bi ti awayî beşdar nebûn"

Berdevkê HSDyê Ferhad Şamî li ser mijarê daxuyaniyeke kurt belav kir û got:

"Em dixwazin tekez bikin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi ti awayî beşdarî dewriyeya hevbeş a bi hêzên Amerîkayê re ya li herêma Tedmurê nebûne."

"Em amade ne li wir şerê DAIŞê bikin"

Ferhad Şamî destnîşan kir ku tevî ku ew ne li wir bûn jî, ew amade ne li wan herêman operasyonan bikin û got:

"Lê belê, em tekez dikin ku em amade ne li wan deveran şerê DAIŞê bikin û wan têk bibin, eger li gel Hevpeymaniya Navneteweyî rêkeftinek were kirin."

Şamî ji bo hûrgiliyên zêdetir bal kişand ser daxuyaniya fermî ya ku berê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatibû belavkirin.