Êrişkarê ku li Sûriyeyê êrişî leşkerên Amerîkayê kî ye?

2 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Leşkerên Amerîkayê Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê ragihand ku îro li Sûriyeyê di êrişa li hêzên Amerîka û Sûriyeyê de du leşker û wergêrekî sivîl ê Amerîkayî canê xwe ji dest daye.

Her çiqasî Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibe ku êrişkar DAIŞî ye jî, ji herêmê agahiyên cuda tên.

Sê rayedarên herêmî ji Reutersê re axivîn û wan diyar kir ku êrişkar endamê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bûye.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn El Baba ji televîzyona fermî El-Îxbariyeyê re daxuyand ku ew kes di nav hêzên ewlehiyê de ne xwedî erkeke payebilind bûye.

El Baba got, "10ê Kanûna Pêşîn nirxandinek hatibû kirin ku dibe ku ramanên tundrew li cem vî êrişkarî hebin û dihat çaverêkirin ku roja yekşemê derbarê wî de biryarek bihata dayîn."

Trump soza tolhildanê da

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Socialê peyamek belav kir û got ew şîna windakirina "sê welatparêzên mezin" digirin û soza "tolhildaneke gelekî cidî" da.

Trump di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamegeran de jî bûyer wekî êrişeke "tirsnak" pênase kir.

CENTCOM: Êrişkar hat kuştin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di êrişê de 3 leşkerên Amerîkayî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hat diyarkirin, êrişkarê çekdar bi tena serê xwe tevgeriyaye û bûyer dema leşkeran li bajarokê Tedmurê (Palmyra) yê li naverasta Sûriyeyê "hevdîtineke sereke ya bi serkirdeyan re" dikir qewimiye.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth jî li ser medyaya civakî ragihand ku êrişkar ji aliyê "hêzên hevbeş" ve hatiye kuştin.

Hegseth got, “Ew hovê ku ev êriş pêk anî, ji aliyê hêzên hevbeş ve hat kuştin.

Bila were zanîn, eger hûn li kîjan dera cîhanê Amerîkayiyan bikin armanc, hûn dê wê jiyana xwe ya kurt û bi tirs bi wê zanînê derbas bikin ku Amerîka dê li pey we be, we bibîne û bi awayekî bêrehm we bikuje."

Rayedarekî payebilind ê Amerîkayî jî got, her çiqasî rêxistinê hîn êriş negirtibe ser xwe jî nirxandinên destpêkê îşaretê bi DAIŞê dikin.

Rayedar destnîşan kir ku bûyer li herêmeke ku ne di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de ye qewimiye.

"Koalîsyonê guh neda hişyariyan"

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê El Baba îdia kir ku Sûriyeyê derbarê îhtimala êrişeke DAIŞê ya li wê herêmê de hişyarî daye lê "hêzên Koalîsyonê hişyariyên Sûriyeyê li ber çavan negirtine."

El Baba diyar kir ku ew dê lêkolînê bikin bê ka têkiliya êrişkar bi DAIŞê re hebûye yan tenê îdeolojiya rêxistinê pejirandiye.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku nasnameyên leşkerên mirî dê 24 saetan piştî agahdarkirina malbatên wan bên eşkerekirin.

Nûnerê Amerîkayê şermezar kir

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê SANAyê jî dispêre çavkaniyeke ewlehiyê û ragihand ku du personelên Sûriyeyî jî birîndar bûne.

Çavkaniyê ji SANAyê re gotiye ku helîkopterên Amerîkayê birîndar veguhastine baregeha Amerîkayê ya li herêma El Tenefê ya li nêzikî sînorê Îraqê.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack êriş şermezar kir.

Barrack di daxuyaniya xwe de got, "Em şîna windakirina personelên leşkerî û sivîl ên wêrek ên Amerîkayê digirin û şîfaya lezgîn ji bo leşkerên Sûriyeyî yên di êrişê de birîndar bûne dixwazin.

Em bi hevparên xwe yên Sûriyeyî re bi biryar in ku terorê têk bibin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst