Hewlêr (Rûdaw)- Girtina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di medyaya erebî û cîhanî de deng veda.
Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî duh (13.01.2014) li taxa Kornîşê ya bajarê Qamişlo mijûlî amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember, lê otombêleke Asayişa Niştimanî ya Sûriyê nêzîkî Pêşewa bû û kamera û pêdiviyên wî yên rojnamevaniyê jê standin û hemû wêneyên li ser kamerayê reş kirin û ew girtin û heta niha nehatiye berdan.
Medyaya cîhanî û navxweyî mîna malpera Îlaf ya erebî û ajansa AFP ya Fransî bi ferehî behsa girtina Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo kirine.
Ji aliyê xwe rêxistinên xortan li bajarê Qamişlo biryar dane ku îro û sibe xwepêşandanê ji bo serbestberdana Pêşewa Behlewî û çend çalakvanên din ên kurd di girtîgehên rejîmê de saz bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse