Barzanî pêşwazî li generalê Brîtanî, Tom Backett kir
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li nûnerê taybet ê asayişa Brîtanya û şêwirmendê leşkerî yê hikûmeta Londonê Tom Backett kir.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî îro li navçeya Selahedîn a Hewlêrê pêşwazî li nûnerê taybet ê asayişa Brîtanya general Tom Backett kir.
Li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de general Tom Backett pesnê Pêşmerge da û got, tevahiya cîhanê hurmeta mêrxasî û rola mezin a Pêşmerge di şerê terorîstan de digire.
Wî rayedarê leşkerî yê hikûmeta Brîtanya her wiha diyar kir ku haya Brîtanya ji guvaş û kirîza darayî ya ku ji ber şer, hatina koçberan û erzanbûna nirxa petrolê li Başûrê Kurdistanê derketiye holê, heye.
Hat gotin ku Barzanî jî spasiya Brîtanya û hêzên hevpeyman kiriye ku di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge dikin lê pêwîstî bi alîkariyên zêdetir heye.