Elî Teter: PDK ligel YNKê dikare krîzan çareser bike
Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Serkirdetiya PDKê Elî Teter diyar kir, ku eger partiya wî ligel YNKê bigihin rêkeftinê dikarin krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê çareser bikin.
Elî Teter, ku di heman demê de Berpirsê Leqa Soranê ya Partiya demokrata Kurdistanê (PDK) ye, ji Rûdawê re ragihand; “Derbaskirina krîzên li Herêma Kurdistanê tenê bi rêkeftina YNK û PDKê dikare bê çareserkirin. Eger ev rekeftin çêbibe dê bandora krîza darayî jî kêmtir be.”
Teter da zanîn, ku divîna îro ya serkirdetiya PDKê de, behsa civîna YNK û PDKê yê çend rojên derbasbûyî jî hatiye kirin.
Roja 11ê Çileyê polîtbûroyên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyabûn û piştî civînê daxuyaniyeke 6 xalî yê hevbeş ragihandibûn.
Hêjayê gotinê ye, ku îro li Pîrmamê yekemîn civîna sala 2017ê ya Civata Serkirdetiya PDKê hate sazkirin.
Di civînê de bernameya PDKê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û pêwendiya ligel aliyên din ên siyasî hate dariştin.