Li Dêrsimê jiyan rawestiya: Ne av heye ne jî elektrîk

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, barîna berfê ya zêde jiyan felc kir û li bajêr krîza av û elektrîkê derketiye.

Pêla barîna berfê ya ku ev çend roj in Bakurê Kurdistanê daye ber xwe, bandoreke neyînî li jiyana rojane ya xelkê dike.

Dêrsim û navçeyên wê piştî berfa zêde elektrîk û ava xelkê qut bûye û vê yekê jiyana xelkê gelekî zehmet kiriye.

Jêrxana bajêr hilweşiya

li Dêrsimê stûriya berfê li hinek deveran 145 santîmetre derbas kiriye.

Xelk rexneyan li rayedaran digirin ku tevî hişyariyan jî beriya berfê tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin û jêrxana bajêr ji ber berfê hilweşiya ye.

Ji sibeha sêşemê ve li gelek taxên navenda bajêr elektrîk û av qut bûne.

Heta 2 rojên din elektrîk nayê

Rayedarên parêzgehê ragihandin ku ji ber têkçûna motorên avê, dê herî kêm heta du rojên din elektrîk neyê dayîn.

Ji ber ku pompe û motorên avê bi elektrîkê dixebitin, bi qutbûna elektrîkê re av jî li seranserê bajêr hatiye birîn.

Sermayeke giran li bajêr heye û dirêjbûna dema qutbûna elektrîkê metirsiyeke mezin li ser jiyana zarok, kal û pîr û nexweşên kronîk çêdike.

Xelkê Dêrsimê diyar dike  ku ev pirsgirêk her sal dubare dibe lê heta niha rayedaran çareseriyeke mayînde ji bo vê yekê nedîtine.

Daxuyaniya Parêzgariyê û berteka xelka

Li aliyê din Parêzgariya Dêrsimê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku tîmên wan 24 demjimêran li ser kar in û hemû sazî li qadê ne da ku di zûtirîn dem de pirsgirêka av û elektrîkê ya bajêr çareser bikin.

Lê welatî dibêjin bersiva vê daxuyaniyê li ser erdê nayê dîtin û li navenda bajêr bi rojan e pirsgirêkên jêrxanê nayên çareserkirin.

Dêrsimî balê dikişînin ser wê yekê ku barîna berfê li herêma wan rewşeke xwezayî ye lê qutbûna elektrîk û avê ya bi vî rengî nayê qebûlkirin.

Xelkê bajêr bang li rayedaran dikin ku berpirsyariyê hilgirin ser milên xwe û careke din rê nedin krîzên bi vî rengî.