Nêçîrvan Barzanî: Me hewl da ku şerê li Helebê rawestînin

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa Sûriyeyê got, “Herêma Kurdistanê her cure piştgiriyê dide mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan ên li Sûriyeyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durrell û şanda pê re qebûl kir.

Di civînê de her du aliyan hêvî kir ku rêkarên hilbijartina serokkomar û destnîşankirina serokwezîrê Îraqê di maweyê yasayî de bên kirin û hikûmetek were avakirin ku bersivê bide hêviyên welatiyan û rûbirûyî astengiyan bibe.

Her wiha tekezî li ser girîngiya lezkirina di avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirin.

"Alozî û rûbirûbûnên leşkerî rewşê xerabtir dikin"

Nêçîrvan Barzanî û Patrick Durrell dilgiraniya xwe ya li ser rewşa aloz a herêmê anî ziman û li ser girîngiya parastina aramî û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û rêyên dîplomatîk hevnêrîn bûn.

Her du aliyan tekez kir ku alozî û rûbirûbûnên leşkerî, tevliheviyên li herêmê zêdetir dikin.

Bipîşketinên li Sûriyeyê û şerê li Helebê

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê bipêşketinên li Sûriyeyê tekez kir ku Herêma Kurdistanê her cure piştgiriyê dide mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan ên li Sûriyeyê.

Nêçîrvan Barzanî got, "Ji destpêka rûdanên Helebê ve, em bi hemû aliyan re di nava hewldanê de bûn ji bo rawestandina şer û parastina aramiyê. Em hewldanên xwe yên ji bo hêwirkirinê de berdewam dikin."

Li aliyê din Balyozê Fransayê li gel tekezkirina piştgiriya welatê xwe ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê, pesnê hewldanên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo aramiyê da.

Di hevdîtinê de pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û mijarên din ên girîng ên hevbeş jî hatin nîqaşkirin.