BAKUR - Protestoyên ji bo Rojava li zanîngehan belav dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê didomin.
Xwendekarên zanîngehan li Bedlîs û Amedê bi çalakiyên curbicur piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan da.
Piştî ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê kir, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê xelk daket qadan û rojane çalakî û xwenîşanda tên lidarxistin.
Çalakiya vêxistin û vemirandina lambeyan
Xwendekarên Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê yên ku li şevînmana zanîngehê dimînin, şeva borî ji bo protestokirina êrişan çalakiyeke balkêş li dar xist.
Xwendekaran lambeyên odeyên xwe pêxistin û vemirandin û dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” berz kir.
Dîmenên çalakiya xwendekaran li ser platformên medyaya civakî dengvedaneke zêde çêkir û hatin parvekirin.
Li aliyê din, hinek dezgehên medyayê yên nêzîkî hikûmetê dîmenên xwendekaran belav kirin, ew kirin hedef û bi “piştgiriya terorê” tohmetbar kirin.
Li Amedê alozî derket
Her wiha roja sêşemê li Zanîngeha Dicleyê ya Amedê jî xwendekaran êrişên li Helebê protesto kirin.
Komeke xwendekaran dirûşmên wekî “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Rojava, Rojhilat, Kurdistan Yek Welat e” û “Şehîd Ziyad namire” berz kirin.
Hêzên polîsan xwest rê li ber meşa xwendekaran bigire û di navbera koma xwendekaran û polîsan de alozî derket.