Serok Barzanî û Balyozê Fransayê rewşa Helebê gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durrell kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Fransayê pesnê rola Serok Barzanî ya di kêmkirina rageşiya li Sûriyeyê de da.

Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê bi Balyozê Fransayê yê li Îraqê Patrick Durrell re civiya.

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem jî beşdarî civînê bû.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Balyozê Fransayê kurteyek derbarê rewşa siyasî ya Îraqê, aloziyên li herêmê û rewşa Sûriyeyê pêşkêş kir.

Yek ji mijarên sereke yên civînê rewşa Sûriyeyê bû.

Balyozê Fransayê rola Serok Barzanî ya di "hêwîrkirina rageşî û aloziyên Sûriyeyê" de bilind nirxand.

Her wiha proseya siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de tekezî li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û hewldanên ji bo bipêşxistina wan pêwendiyan hat kirin.