Ayşegul Dogan: Êrişên li Helebê baweriya bi pêvajoyê dişikînin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê hişyarî da ku êrişên li taxên Kurdan ên li Helebê û helwesta tund a Tirkiyeyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê, bandoreke neyînî li ser pêvajoy çareseriyê dike.
Ayşegul Doganê got, "Kurdên li Tirkiyeyê li gorî miameleya li hemberî Kurdên Rojavayê baweriya xwe bi dewletê tînin."
Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê yên derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û bandora wan a li ser siyaseta Tirkiyeyê bersivandin.
Ayşegul Doganê bal kişand ser êrişên komên çekdar ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û tekez kir ku ev rewş rasterast bandorê li pêvajoya çareseriyê dike.
"Kurd baweriya xwe bi dewletê nayînin"
Ayşegul Doganê diyar kir ku “25 milyon Kurdên li Tirkiyeyê dijîn”, dema dibînin ku dewlet li derveyî sînoran êrişî Kurdan dike, baweriya wan bi gotinên aştiyê yên li navxweyî namîne û got:
"Heke hûn zimanekî wisa bi kar bînin û êriş bikin, Kurd dê rabin bibêjin 'gumanên me rast derketin'.
Kurdên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, wekî miletekî li hev dinêrin.
Êşa li parçeyekî, êşa parçeyê din e. Di serdemeke wiha de, li şûna ku zimanê tund bê bikaranîn, divê rêyeke din bê dîtin."
"Bersiva peyama diyalogê ya Mezlûm Ebdî bi topbaranê hat dayîn"
Berdevka DEM Partiyê bi bîr anî ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî peyama amadebûna ji bo diyaloga bi Tirkiyeyê re dabû lê Enqereyê bi zimanekî tund û êrişan bersiv daye û wiha pê de çû:
"Mezlûm Ebdî got ku ew dikarin dan û standinan bikin û pirsgirêkên heyî çareser bikin.
Lê li şûna ku ev rê were hilbijartin, rêya şer û zimanê dijwar hat hilbijartin.
Em vê yekê qebûl nakin. Heke hûn dixwazin agirê li Rojhilata Navîn vemirînin, divê hûn nebin sedema gurkirinê."
Ayşegul Doganê derbarê rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê helwesteke zelal nîşan da û got:
"Îro dilê me hemûyan ji bo Helebê, ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê lê dide.
Ev êriş li dijî rûmet û destkeftiyên Kurdan in.
Em wekî partî û wekî gel vê yekê qebûl nakin. Divê ev êriş demildest rawestin."
Bersiva ji bo îdiayên derbarê Ocalan û HSDyê
Li ser pirsên derbarê daxuyaniyên Devlet Bahçelî û Hakan Fîdan ên ku îdia dikin "Ocalan naxwaze HSD hebe" Ayşegul Doganê bertek nîşan da û anî ziman:
"Kî dizane Ocalan çi difikire? Tecrîd heye. Tenê hevdîtineke kurt bi Omer Ocalan re çêbû.
Kîjan şande çûye, kîjan parêzer çûye ku dizanin Ocalan çi dibêje?
Bila rê vekin, Ocalan bi xwe biaxive. Bila rasterast bi Mezlûm Ebdî û Qendîlê re biaxive.
Heke Ocalan tiştekî bibêje, ew dê bi xwe bibêje, ne hewce ye kes li şûna wî biaxive."
Doganê di dawiyê de bang kir ku divê Tirkiye dev ji polîtîkayên şer berde û vegere ser maseya diyalogê.