Pavel Talabanî nekarî Berhem Salih bîne civîna polîtbûroya YNKê

Silêmanî (Rûdaw) – Roja 11ê Sibata 2011ê her du baskên YNKê, Navenda Biryarê û Piraniya Mekteba Siyasî li mala Celal Talabanî ya li Dabaşana Silêmaniyê civiyan. Piştî regihandina baskê Navenda Biryarê ya YNKê ev yekemîn civîna polîtbûroya vê partiyê bû lê Cigirê Duyemîn ê Sekreterê Giştî Berhem Salih beşdarî vê civînê nebû.

 

Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) beriya ku bersiva daxwazên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên derbarê rêkeftineke nû û wergirtina kursiya Parlamentoya Kurdistanê bide, amadekariyên xwe dike.  

 

Roja 11ê Sibatê jî civîna polîtbûroyê hate sazkirin. Piştî ku her du cîgirên sekreterê giştî Kosret Resûl û Berhem Salih di 1ê Îlona 2016ê de baskê Navenda Biryarê ragihandin, ev yekemîn civîn bû ku her du baskên Navenda Biryarê û Piraniya Polîtbûroyê di civînekê de dihatine ba hev.

 

Hate zanîn, ku kurê mezin ê Celal Talabanî, Pavel Talabanî di sazkirina vê civînê de rolekî sereke lîst lê nekarî Berhem Salih razî bike da ku beşdarî civînê bibe.

 

Çavkaniyekî nêzîkî Berhem Salih ji Rûdawê re ragihand, ku Pavel Talabanî ji Berhem Salih re gotiye; “Tu beşekî YNKê yî û nabe li derveyî partiyê bimînî. Bêyî te pirsgirêk çareser nabin.”

 

Li gorî gotina çavkaniyê Rudawê Berhem Salih qebûl nekiriye beşdarî civînê bibe û bi rêya Pavel Talabanî peyamek ji Hêro Îbrahîm Ehmed re şandiye û gotiye; “Ez li hember YNKê ne asteng im. Eger dikarin bêyî hebûna min pirsgirêkan çareser bikin.”

 

Endamê Serkirdetiya PDKê Dilşad Şehab behsa giringiya civîna YNKê kir û diyar kir; “Başbûna rewşa navxwe ya YNKê bandore li tevahiya Kurdistanê dike.”

 

Berdevkê Civata Navendî yê YNKê Letîf Nêrwejî jî destnîşan kir; “Niha YNK hewl dide pirsgirêkên navxwe ji holê rabike. Bi vî awayî weke aliyekî sereke dê bikare di çareseriya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê de jî rolekî giring bibîne.”

 

Nêrwehî herwiha balkişande ser guhertinên nav PDKê û got; “Divê YNK jî guhertinên navxweyî bike. Herwiha erk û kursiyên nav hikûmetê jî werbigre.”

 

PDKê beriya niha ji bo aktîfkirina xebatên Parlamentoya Kurdistanê pêşniyar kiribû ku YNK kursiya Serokatiya Parlamentoyê werbigre.

 

Endamê Civata Serkirdetiya PDKê Arif Teyfûr di vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand; “Bernameya me heye di nav hikûmetê de guhertinan bikin. Me li ser vê yekê ligel YNKê jî şêwiriye û em nêzîkî hev in. Lê hê jî YNKê bersivek zelal nedaye pêşniyarên me.”

 

Di beyanameya civîna 11ê Sibatê de, ku bi serokatiya Kosret Resûl hatibû lidarxistin, tê gotin behsa pêwendiyên PDK û YNKê hatiye kirin û civîna dawîn a di navbera her du partiyan de jî erênî hatiye nirxandin.

 

Roja 16ê Sibatê polîtbûroya YNKê dê dubare bicive, nexşerêya YNKê û herwiha pêwendiyên ligel aliyên din bê gotûbêjkirin.