Li Cizîrê 3 qurbaniyên erdhejê bi axê hatin spartin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê termê dayik û 2 keçên wê ku di erdheja  li Dîlokê de canê xwe ji dest dabûn bi axê hatin spartin.

Welatiya bi navê Hediye Turgut û herdû 2 keçên wê yên bi navên Asîme û Reyyan Turgut  ku ji parêzgeha Şirnexê bûn, li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê piştî erdhejê di bin kavilê avahiyekê de man û canê xwe ji dest dan.

Termê Hediye Turgut û herdu keçên wê piştî ku ji bin kavilan hatin derxistin bo navçeya Cizîrê ya ser bi  parêzgeha Şirnexê hatin şandin.

Roja Dûşemê 13ê Sibata 2023an piştî ku li Mizgefta Nuh Nebî ya li Cizîrê nimêja wan hat kirin, termê wê dayikê û 2 keçên wê li goristana bajêr ji aliyê kesûkarên wan ve bi axê hatin spartin.

Roja Dûşemê 6ê Sibata 2023an  navenda wê li Mereşê dû erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pileyên rîxterê çêbûn û li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê heta niha bûye sedema mirina zêdeyî 31 hezar  643 kesan  û birîndarbûna nêzîkî 100 hezar kesan. Karûxebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan di bin kavilan de berdewam in û amar her ku diçin zêde dibin.