Mezlûm Ebdî: Me ji Amerîkayê garantî xwestin
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî hûrgiliyên civîna xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re ji Rûdawê re eşkere kirin. Ebdî ragihand ku Washingtonê soz daye ku bicihanîna rêkeftina HSD û Şamê û parastina mafên Kurdan dê bibe karê sereke yê îdareya Trump.
Li Munchenê pêngaveke dîrokî; Mezlûm Ebdî eşkere kir ku HSD dê bi şêweyê 'lîwayan' tevlî artêşa Sûriyeyê bibe û her herêmeke Kurdî dê lîwayeke wê ya taybet hebe. Fermandarê HSDyê her wiha pesnê rola 'erênî û mezin' a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da.
Mezlûm Ebdî li ser dan û standinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ji Rûdawê re axivî. Li gorî gotina Ebdî, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio teqez kiriye ku bicihanîna rêkeftinê dê di nava karên sereke yên îdareya Donald Trump de be.
Fermandarê Giştî yê HSDyê behsa wê yekê jî kir ku bicihanîna rêkeftina navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê dê bi wî awayî be ku her herêmeke Kurdî dê lîwaya xwe hebe; Dêrik, Qamişlo, Kobanî û Hisîçayê. Ew dê bi şêweyê lîwayan beşdar bibin û saziyên HSDyê, saziyên leşkerî, ew jî dê bibin beşek ji saziyên artêşa Sûriyeyê.
Mezlûm Ebdî spasiya serkirdayetiya Herêma Kurdistanê, bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got, "Bi giştî Herêma Kurdistanê roleke mezin lîst. Di vê maweya dawî de bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan, hem di vî şerê dawî de ji bo ku şer raweste, di pêwendiyên xwe yên dîplomatîk de, di gelek rewşan de roleke gelekî erênî lîst. Helbet em spasiya hewldanên wî dikin.
Rûdaw: Silav. Hevpeyvîneke taybet bi General Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dikim. Gelekî kêfxweş im ku ew li Munîhê ye, beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibe û çend civînên girîng pêk anîne. Birêz Mezlûm Ebdî gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê. We got ku îro çend civînên we yên girîng hebûn. Hûn bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re civiyan, we behsa çi kir û wî derbarê Rojavayê Kurdistanê û HSDyê de çi got?
Mezlûm Ebdî: Rast e, îro civîneke girîng hebû, gelekî girîng bû. Me bi giştî li ser mijarên şerê li dijî terorê û ew mijarên berê hebûn, axaftin kir, wan jî spasiya me kir. Her wiha ji bo paşerojê em dê çawa berdewam bin, me li ser wê axaftin kir. Wekî mînak, bicihanîna rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn; dê çawa bê bicihanîn, me li ser wan axaftin kir. Ya herî girîng, dê çawa mafê Kurd bi şêweyê destûrî were misogerkirin û taybetmendiya Kurdî were parastin. Her wiha bicihanîna vê rêkeftinê dê çawa garantiyeke navneteweyî, bi taybetî garantiya Amerîkayê hebe, me li ser wan nêrîna xwe anî ziman. Birêz Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê jî got ku ev yek yek ji karên sereke yên Serok Trump e û dîtina çareseriyê ye, ku çawa li Sûriyeyê aramî çêbibe, ev rêkeftin bê bicihanîn û yekbûn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dewleta Sûriyeyê de bi şêwazeke guncaw çêbibe ku ew jî agahdar bin. Bi giştî dikarim bibêjim civînek bû ku encamên wê erênî bûn.
Rûdaw: Rojavayê Kurdistanê dê bibe otonomî yan nenavendî?
Mezlûm Ebdî: Nexêr, bi giştî, em teqeziyê li ser taybetmendiya herêmên Kurdî dikin. Di rêkeftina 29ê mehê de ev heye û hatiye behskirin. Herêmên Kurdî, ji aliyê îdarî ve, ji aliyê leşkerî ve û heta ji aliyê ewlehiyê ve jî, divê bi xwe xwedî birêveberî bin. Helbet mafê gelê Kurd, taybetmendiya Kurdan, çanda Kurdan, ev jî pêwîst e di destûra Sûriyeyê de bên bicihkirin. Li ser vê yekê bipêşketin hene.
Rûdaw: Dan û standinên bi Şamê re dê hevbeş bin? Dê bi şandeya hevbeş be?
Mezlûm Ebdî: Di rastiyê de îro cara yekem tiştekî wiha hat kirin. Wate Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta Sûriyeyê jî amade bû û em jî amade bûn û ji Rêveberiya Xweser jî Îlham Ehmed amade bû. Bi hev re wekî şandeyeke giştî ya Sûriyeyê em bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re civiyan. Baweriya min ew e ku ev jî tiştekî erênî ye.
Rûdaw: Hatina cenabê te ya Munîhê, hevkariyên Nêçîrvan Barzanî û beşdariya we di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de û civîna we ya bi berpirsên cîhanê re çi qas girîng bû?
Mezlûm Ebdî: Belê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî Serokê Herêma Kurdistanê, Kak Nêçîrvan hevkariyeke zêde kir, ez spasiya wî dikim. Her wiha baweriya min ew e ku ev hevdîtinên li vir tên kirin, hatina me ya bo vir, ev destpêka qonaxeke nû ye ji bo Rojavayê Kurdistanê.
Rûdaw: Ez dixwazim bizanim gelo HSD dê çawa bibe beşek ji Artêşa Ereban a Sûriyeyê?
Mezlûm Ebdî: Bi şêweyê çend yekîneyan beşdar dibe, bi şêweyê lîwayan beşdar dibe. Wate her herêmeke Kurdan dê lîwaya xwe hebe; Dêrik, Qamişlo, Kobanî, Hisîça. Ew dê bi şêweyê lîwayan beşdar bibin û saziyên HSDyê, saziyên leşkerî, ew jî dê bibin beşek ji saziyên artêşa Sûriyeyê.
Rûdaw: Îro Amerîkayê çi soz da we? Ti garantiyek da we?
Mezlûm Ebdî: Bi giştî gotin em pabend in bi mijara bicihanîna vê rêkeftinê ku me daxwaza garantiyê ji wan kir. Gotin dê mekanîzmayeke garantiyê hebe ji bo ku ev rêkeftin bê bicihanîn, divê were çavdêrîkirin. Wan jî gotin ev yek ji karên sereke yên Serok Trump e û em jî li bendê ne Serok Trump soza xwe bi cih bîne.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi temamî ji bo dan û standinan, ji bo navbeynkariya bi hikûmeta Sûriyeyê re çi qas girîng bû? Hatina we ya Munîhê çi qasî girîng bû?
Mezlûm Ebdî: Bi giştî Herêma Kurdistanê, bi giştî roleke mezin lîst. Di vê maweya dawî de bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê Kek Nêçîrvan, hem di vî şerê dawî de ji bo ku şer raweste, di pêwendiyên dîplomatîk de, di gelek rewşan de roleke gelekî erênî lîst. Helbet em spasiya hewldanên wî dikin.
Rûdaw: Çi civînên we yên din hene?
Mezlûm Ebdî: Belê zêde ne, civînên din jî hene.