Orhan Mîroglu ji bo Fatmaya ji Kobaniyê bangî Tirkiyeyê kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Orhan Mîroglu Kobanî Fatma Hec Mehmûd Rojavayê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Orhan Mîroglu piştî nûçeya Rûdawê ya li ser xwendekara Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Kobaniyê Fatma Hec Mehmûda ku di bombebaranê de her du lingên xwe winda kirine, bangî Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê kir.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Orhan Mîroglu got, "Çi qas baş dibû ku ji bo Fatmayê balafireke ambulansê bişandana û ew tevî malbata wê bianiyana Tirkiyeyê."

Orhan Mîroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ew ji metaneta Fatmayê ya di hevpeyvîna Rûdawê de gelekî bibandor bûye û anî ziman:

"Hûn nûçeyê bi hêsiran guhdarî dikin û dilê we dişewite!

Li Kobaniyê gundek serê sibehê tê bombebarankirin.

Fatmaya xwendekara pola yekê ya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kobaniyê di wê bombebaranê de lingên xwe winda dike.

Dema qal dike wilo şermok e ku li dijî yên bombebaran kirine yek hevoka nefretê jî bi kar nayîne.

Tenê dipirse 'ma xwişk û birayên wan nînin?' û bes!"

Mîroglu destnîşan kir ku Fatma dikare bi lingên protez bi jiyanê ve were girêdan û bangî rayedaran kir ku ji bo dermankirinê wê bibin Tirkiyeyê.

Çîroka Fatmayê: Jiyaneke ku di şevekê de guherî

Nûçeya Rûdawê ya li ser Fatma Hec Mehmûdê deng veda.

Êrişa şeva 25ê Kanûna Paşîn jiyana Fatmayê di şevekê de serûbin kir.

Komên çekdar ên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve gundê Xerabişkê yê Kobaniyê topbaran kir.

Fatma di xew de bû û di bin kavilan de her du lingên xwe winda kirin.

Fatmayê ji Rûdawê re behsa wan kêliyên tirsê kir û got:

“Dema min çavên xwe vekirin min hîs kir ku laşê min dişewite, her der bûbû kavil.

Birayê min ji min re digot ‘Xwe ragire, neçe, nemire. Dayîk û bavê me li gund li benda me ne’ û hêz dida min.”

Tevî ku Fatmayê lingên xwe winda kirine û ji ber girtina rêyan nikare dayîk û bavê xwe bibîne jî, ew ji bo perwerdeya xwe bi biryar e.

Fatmayê diyar kir ku ew dixwaze di paşerojê de bibe parêzereke baş û hesabê van neheqiyan bipirse û da zanîn:

“Ez dê ne tenê ji bo daxwaza xwe, ji bo xatirê bavê xwe bixwînim.

Ez dixwazim bibim parêzer. Ez dixwazim hem mafê xwe hem jî mafê gelê xwe biparêzim û li pêşiya van neheqiyan bisekinim.

Ez dê li dadgehên navneteweyî ji bo ku hesabê vê hovîtiyê bipirsim têbikoşim.”

Pirsiyara Fatmayê ya bi rengê “Ma xwişkeke wî kesê ku ferman daye nîne, ma malbateke wî nîne?” bandoreke kûr li her kesî kir.

Hevalên wê yên li Zanîngeha Kobaniyê bi çokan ew pêşwazî kir

Fatma niha li benda wê rojê ye ku careke din rabe ser pêyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst