Piştî berf û baranê Deşta Mûşê di bin avê de ma

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji ber helîna berfê û barana zêde Deşta Mûşê di bin avê de ma.

Li gundên Silûg û Sosnûtê yên navenda Mûşê, piştî ku berf heliya û baran barî erdên çandiniyê û hinek mal di bin avê de man.

Li ser agahdarkirinê tîmên Birêvebiriya Taybet a Mûşê çûn herêmê û dest bi xebatê kir.

Muxtarê Gundê Sosnûtê Ramazan Gunduz diyar kir ku ava çemê ku di gund re derbas dibe ji ber helîna berfê û barana zêde rabûye.

Ramazan Gunduz destnîşan kir ku xaniyek, tewleyek û 5 depoyên gihayê di bin avê de mane û êmê heywanan jî zerer dîtiye.

"Her der bûye wekî deryayê"

Muxtarê Silûgê Nasir Arslan jî behsa rewşê kir û got:

"Baraneke zêde barî. Ji ber ku berf jî heliya, kanalîzasyon xitimîn. Taxeke me di bin avê de ma.

Me agahî da tîmên Birêvebiriya Taybet a Mûşê. Ew zû hatin, midaxele kir û rê li ber avê vekir."

Niştecihê gundê Tixsmêrê Îrfan Kizilarslan jî got, "Beşeke Deşta Mûşê di bin avê de ye.

Her der bûye wekî deryayê. Hem Deşta Mûşê û hem jî çêregeh di bin avê de ne."