AGIRÎ – Şkence li endamê DEM Partiyê hat kirin: Xwişka wî axivî

14-03-2024
Nîşan DEM Partî Endam Şkence Agirî Bazîd Birîndar Gezîcî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê, hêzên ewlehiyê şkence li endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Birîndar Gezîcî kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Birîndar Gezîcî, 7ê Adara 2024an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Li qereqolê bi şîş û penseyan şkence li Birîndar Gezîcî hat kirin.

Hêzên ewlehiyê piştî du rojan Birîndar şand dadgehê derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn.

Hêzên ewlehiyê paşê Birîndar Gezîcî veguhast Girtîgeha Agiriyê.

“Leşker û cerdevanan şkence lê kiriye”

Şerzan Gezîciya xwişka wî wiha behsa bûyere şkenceyê kir:

“Wan birayê min li Bazîdê desteser kiriye û ew biriye qereqolekê.

Li wê derê leşker û cerdevanan şkence lê kiriye.

Beriya ku bibin qereqolê jî li rê şkence lê kiriye û ji hişê çûye.

Li qereqolê avê bi ser de dirijînin û bi xwe tê.

“Bi şîşa hesinî şkenceyê lê dikin”

Dîsa leşker û cerdevan bi şîşa hesinî şkenceyê lê dikin. Tiliyên wî yên destê çepê bi pense hatine perçiqandin.

Wan li hestiyê serê wî, ling û difna wî daye.

“Nêrîna dewletê ya li hemberî Kurdan e”

Serê û difna wî şikestiye. Dema ez çûm hevdîtina wî bi zorê li ser pêya radiwestiya.

Tiştê li birayê min hat kirin, nêrîna dewletê ya li hemberî Kurdan e.”

Ji aliyê din ve, di 3 mehên dawî de 266 endamên DEM Partiyê hatine desteserkirin ku 93 ji wan rêvebirê partiyê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst